TEV-DEM`ê banga mezinkirina têkoşînê û birêxistinkirinê kir

TEV-DEM`ê ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê, berxwedanê û birêxistinkirinê li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî kir.

TEV-DEM`ê banga mezinkirina têkoşînê û birêxistinkirinê kir
17 tîrmeh 2024   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi nêzîkbûna salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê re daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev bone li Rêber Abdullah Ocalan, gelê Kurd, pêkhateyên herêmê, malbatên şehîdan, birîndaran, têkoşeran û hêzên parastinê hate pîrozkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya ku ji Kobanê sala 2012`an dest pê kiriye de, gelek destkeftî hatin bidestxistin û hêviyên gelên herêmê vejandin.

Hate destnîşankirin ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê, li herêmê û cîhanê tecrubeyeke gelek girîng e, tê de guheritnên mezin li ser astên civakî, çandî, siyasî û parastinê çêbûn û jin û ciwan rola xwe ya pêşeng lîst ta ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava bû û bû hêzeke siyasî û civakî ya çalak û hîna têkoşîneke girîng dimeşîne û ji bo parastina destkeftiyên vê şoreşê gelek fedakarî kirin û hîna dike.

Her wiha di daxuyaniyê de behsa helwesta dewleta Tirk a dagirker hate kirin ku bi awayekî hovane êriş kir, şert û mercên navneteweyî bi kar anî ji bo ku vîna şoreşê têk bibe û di wê oxirê de siyaseteke derqanûnî û ji bo ku tola xwe ji gelê herêmê hilîne, li ser Rêber Abdullah Ocalan meşand û wî ji gelên berxwedêr û têkoşer dûr xist.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hate kirin ku ev pêvajo çarenûsî ye û di vê demê de hikumeta Erdogan şerê dagirkirinê li dijî Başûrê Kurdistanê ragihand û li aliyekî din hewl dide bi rejîma Sûriyeyê lihev were û armanca wê ya sereke dagirkirina xwe rewa bike û vîna gelê herêmê û şoreşa 19`ê Tîrmehê têk bibe.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê herêmê hate kirin ku bi girseyî tev li şahiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê bibin û bi awayekî berpirs li hember siyasetên qirkirinê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bisekinin, piştgiriya pêngava navneteweyî bikin ku ji bo bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî hatiye ragihandin, her wiha têkoşînê, berxwedanê û birêxistinkirinê li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî mezin bikin ji bo ku mîrasa dîrokî biparêzin û rê li pêşiya dagirkeran, xayînan bigirin.

(şx)

ANHA