Dewleta Tirk penaberên Sûriyeyê radestî çeteyan dike

Hat diyarkirin ku desthilatdariya Tirkiyeyê penaberên Sûriyeyê bi darê zorê ji Tirkiyeyê derdixe û wan radestî çeteyên xwe yên li herêmên dagirkirî dike.

Dewleta Tirk penaberên Sûriyeyê radestî çeteyan dike
26 tebax, 2025   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku penaberên bi vê muameleyê re rû bi rû mane, komên çete jî penaberan dixin girtîgehan û ji malbatên wan pereyan dixwazin. 

Yek ji penaberên ku pere ji malbata wî hatine girtin jî X.E. ye. X.E. hefteyek beriya niha bi darê zorê şandine bajarê Girê Spî û radestî çeteyan hatiye kirin.

Li gorî gotinên X.E. çeteyan ji malbata wî 200 dolar wergirtine û piştre ew berdaye. Li ser mijarê X.E. ev agahî dan ANHA’yê:

"Piştî desthilata Tirkiyeyê em radestî çeteyên kirin, wana em xistin girtîgehek bajêr. Ji min xwestin ku bi telefonê bi malbata xwe re biaxivim da ku li beramberî berdana min 200 dolar bişînin. Piştî ez ji girtîgehê derketim hin çeteyan dan pey min û gotin ku ew rêya qaçaxçîteyê ya ber bi herêmên Rêveberiya Xweser ve dizanin, lê ji bo derxistina wî 100 dolar dixwazin. Ji min re gotin, heya tu van pereyan nedî, tu nikarî ji vir derkevî. Tevî ku ez herêmê nas nakim jî, lê neçar bûm pereyan bidimê. Lê piştî gotin herêma di navbera me de tije mayîn in, min pere dan wan."

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erodgan beriya niha gotibû ku ew ê milyonek penaberên Sûriyeyî bişînin herêmên dagirkirî. Li gorî şopandinên ajansa me, di du salan de zêdetirî 30 hezar penaberên Sûriyeyî hatine şandin.

Piranî penaberên bi darê zorê ber bi bajarê Girê Spî ve tên şandin, ji ber rewşa jiyanî ya zehmet û lêgerîna aramî û ewlehiyê, jiyana li herêmên Rêveberiya Xweser tercîh dikin.

(fr)

ANHA