Girîngiya vegotina çîrokên koçberan di rûniştinekê de hat gotûbêjkirin

Rêxistina Pêl bi hevkariya Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê, der barê girîngiya vegotina çîrokên koçberan rûniştinek li dar xist.

Girîngiya vegotina çîrokên koçberan di rûniştinekê de hat gotûbêjkirin
Girîngiya vegotina çîrokên koçberan di rûniştinekê de hat gotûbêjkirin
Girîngiya vegotina çîrokên koçberan di rûniştinekê de hat gotûbêjkirin
Girîngiya vegotina çîrokên koçberan di rûniştinekê de hat gotûbêjkirin
Girîngiya vegotina çîrokên koçberan di rûniştinekê de hat gotûbêjkirin
Girîngiya vegotina çîrokên koçberan di rûniştinekê de hat gotûbêjkirin
Girîngiya vegotina çîrokên koçberan di rûniştinekê de hat gotûbêjkirin
Girîngiya vegotina çîrokên koçberan di rûniştinekê de hat gotûbêjkirin
26 tebax, 2025   15:43
HESEKÊ

Ji bo balê bikşînin ser girîngiya vegotina çîrokên bi armanca belgekirina binpêkirinên li dijî şêniyên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê, li bajarê Hesekê rûniştineke hate lidarxistin. Koçberên ku di binpêkirinan re derbas bûne tev li rûniştinê bûn û çîrokên xwe vegotin.

Rûniştin li Baxçeyê Xwendinê li bajarê Hesekê hat lidarxistin. Koçberên ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî, endamên Yekitiya Rewşenbîran tev li rûniştinê bûn.

Di rûniştina ku ji hêla Rêvebera Projeyan a Rêxistina Pêl Sewsen Reşîd ve hat birêvebirin, du mijarên sereke hatin gotûbêjkirin.

Di mijara yekem de hin raporên der barê binpêkirinên li herêmên dagirkirî û astengiyên li pêşiya vegera koçberan de hatin ravekirin.

Di raporan de binpêkirinên mafên mirovan li deverên dagirkirî, zehmetiyên vegera koçberan piştî hilweşîna rejîma berê û guhertinên ku li ser erdê çêbûne hatin gotûbêjkirin.

Sewsen Reşîd diyar kir ku wan li 52 gundên dagirkirî yên li gundewarê rojhilatê bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî, binpêkirin belge kirine.

koçberên ji Serêkaniyê ku beşdarî rûniştinê bûn, êşa xwe ya koçberiya bi darê zorê, dagirkirina bajêr ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve û desteserkirina milkên wan, êş û azarên koçberan di kampan de, vegotin.

Di beşa duyemîn de girîngiya vegotina çîrokan bo belgekirina êşên koçberên ji Serêkaniyê hate botûbêjkirin. Hat destnîşankirin ku gelek çîrokên rastîn ên ku êşa koçberan nîşan didin hatine belgekirin. Di wan çîrokan de binpêkirinên mafên mirovan li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî hatine belgekirin û di pirtûka bi navê "Ez Ji Wê Derê Me" de hatine weşandin.

Sewsen Reşîd diyar kir ku armanca rûniştinê bihîstina çîrokên koçberên ku bi darê zorê ji Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê  hatine koçberkirin e û got: "Me rêbaza vegotinê hilbijart, da ku em vê êşê bigihînin beşek herî mezin a civakê. "

(fr)