Şandeya PYD’ê serdana gora Mam Celal kir 

Şandek PYD’ê ji bo tevlî Konferansa Hevpeymaniya Civakî ya Demokratîk a Navneteweyî ya Erebî bibe li Silêmaniyê ye. Şandeyê ewil serdana gora Mam Celal Talebanî kir.

Şandeya PYD’ê serdana gora Mam Celal kir 
26 tebax, 2025   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandek Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku ji Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso, Endamên Desteya Hevserokatiya PDY’ê Salih Muslim û Foza Yusif pêk tê, li Silêmaniyê ye. Şandeyê ewil serdana gora Mam Celal Talebanî kir.

Piştî danîna gulan, endamên şandeyê peyamên xwe li deftera bîranînê nivîsandin. Piştre şandeyê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim di daxuyaniyê de axivî û behsa rola Mam Celal ya di Hevpeymaniya Civakî ya Demokratîk a Navneteweyî ya Erebî de kir û got: “Hevpeymaniya Civakî ya Demokratîk ya li Rojhilata Navîn ku li ser destê Mam Celal hatî avakirin, ji bo Rojhilata Navîn gelek girîng bû. Em hêviya serkeftinê ji bo konferansê dixwazin.”

Hêjayî gotinê ye biryare sibe (27 Tebax) Konferansa Hevpeymaniya Civakî ya Demokratîk ya Nanveteweyî ya welatên Ereb, li Silêmaniyê bê lidarxistin. Tê payîn konferans heya 30’ê Tebaxê dewam bike.

Li gorî agahiyan wê nûnerên gelek welatên cîhanê tevlî konferansê bibin. Herwiha tê gotin şandek DEM Partiyê jî ji Bakurê Kurdistanê wê tevlî konferansê bibe.