Dewleta Tirk li Zaxoyê du wesayît bombebaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Avê yê ser bi bajarokê Batîfa ya li sînorê Zaxo ve, du wesayîtên sivîlan bombebaran kir.

Dewleta Tirk li Zaxoyê du wesayît bombebaran kirin
2 ÇILE, 2025   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, duh di saetên direngiya şevê de, balafirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker, li gundê Avê yê ser bi bajarokê Batîfa ya li sînorê Zaxo ve, du wesayîtên welatiyan bombebaran kir.

Hate zanîn ku di encama bombebaranê de ziyanek mezin bi her du wesayîtan ket û pencereyên beşek ji malên derdorê jî şkestin. Lê ti ziyanên canî çênebûn.