Dagirkeran gundên Eyn Îsa û Girê Spî topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derengî şevê gundewarê Eyn Îsa û Girê Spî bi çekên giran topbaran kirin.

Dagirkeran gundên Eyn Îsa û Girê Spî topbaran kirin
2 ÇILE, 2025   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ragihandine, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derengî şevê gundê Um El Beramîl ê li rojhilatê navenda bajarê Eyn Îsayê bi obîs û çekên giran topbaran kirin.

Dagirkeran di heman demê de gundên Gor Hesen, Xirbet El Beqer û Sewan ên li rojavayê bajarê Girê Spî bi hawanan topbaran kirin.

Li gorî agahiyan, ji ber topbaranê zerar li mal û milkên şêniyan bûn.

(bb)

ANHA