Dewleta Tirk li Kobanê zarokek birîndar kir

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser bajarê Kobanê de zarokeke 3 salî birîndar bû.

Dewleta Tirk li Kobanê zarokek birîndar kir
24 cotmeh, 2024   12:40
KOBANÊ

Artêşa Tirk a dagirker ji saetên sibeha ve bajarê Kobanê bi balafirên bê mirov ên bi çek bombebaran dike.

Di encama bombebaranê de zaroka bi navê Nadiya Mistefa (3) salî birîndar bû. Nadiya li Nexweşxaneya Kobanê tê dermankirin.

Her wiha ji ber bombebaranê zerarên madî gihaştin navendên xizmetguzariyê.

(bb)

ANHA