Dewleta Tirk li Bendava Dêrelukê tank bicihkirin

Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker tankên xwe li Bendava Dêrelukê ya ku di bin kontrola PDK’ê de ye bi cih kirine.

Dewleta Tirk li Bendava Dêrelukê tank bicihkirin
28 tebax, 2024   15:32
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, di şeva 27-28’ê tebaxê de, saet di navbera 01:00-02:00 de dewleta Tirk 2 tankên li TIR’an siwar kiribû ji Deriyê Sînor ê Serzerê derbas kir ku di bin kontrola PDK’ê de ye.

 Li gorî agahiyan, tank ji rêya asfaltê di nava bajarê Amediyê re hatin derbaskirin û li Bendava Dêrelukê hatin bicihkirin.

Bendava Dêrelukê li ser Ava Zê ye, di navbera girên Bahar û Kurojahro de ye û li navenda rojhilat û rojavayê Zapê ye.

 Hate ragihandin ku tankên bi hevkariya PDK’ê derbasî herêmê hatin kirin, wê ji cihê Bendava Dêrelukê li qada Geliyê Reşova bêne bicihkirin û li dijî tunel-çeperên gerîla bêne bikaranîn.

PDK'ê par li Bendava Dêrelukê bi cih bûbû û li jora wê jî leşkerên tirk hatibûn bicihkirin.