Meclisa Jinan a PYD`ê semînerek li dar xist

Meclisa Jinan a PYD`ê têkildarî astengiyên li pêşiya jinan derdikevin û rêbazên derbaskirina wan, semînerek li dar xist.

Meclisa Jinan a PYD`ê semînerek li dar xist
Meclisa Jinan a PYD`ê semînerek li dar xist
Meclisa Jinan a PYD`ê semînerek li dar xist
Meclisa Jinan a PYD`ê semînerek li dar xist
Meclisa Jinan a PYD`ê semînerek li dar xist
Meclisa Jinan a PYD`ê semînerek li dar xist
Meclisa Jinan a PYD`ê semînerek li dar xist
28 tebax, 2024   15:55
HESEKÊ

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) semînerek li hola civînan a li bajarê Holê li dar xist. 

Bi dehan jin ji Holê tev li semînerê bûn ku ji aliyê berdevka Meclisa Jinan Şîrîn Oso ve hate birêvebirin.

Şîrîn Oso behsa pirsgirêk û astengiyên li pêşiya jinan kir û diyar kir ku gelek alî hewl didin bi rêya şerê taybet destkeftiyên jinan tune bikin.

Şîrînê destnîşan kir ku dema jin xwe bispêrin vîna xwe û xwe bi rêxistin û perwerde bikin, dê pisgirêkan ji holê rakin û wek delîl rola wan di projeya Rêveberiya Xweser de bi bîr xist.

Şîrîn wiha pê de çû: "Di şoreşên berê de jî jinan rol lîst lê sînordar bû. Ji ber ku birêxistinkirin jî kêm bû. Jinan şoreşa Rojava bi rê ve bir û di oxira bidestxistina destkeftiyan de fedakariyên mezin kirin, heta gihaştin wê astê ku şoreş wek `şoreşa jinan` bê naskirin."

Şîrîn got divê jin destkeftiyên xwe biparêzin, birêxistinkirina xwe xurttir bikin û pirsgirêkên xwe gotûbêj bikin û çareser bikin.

Beşdaran jî diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan, divê hişmeniya malbatê were pêşxistin, peywendiya di navbera dê û bav û zarokan de zêde bibe.

(şx)

ANHA