Li Qamişlo û Tirbesiyê şerê gel ê şoreşgerî hate gotûbêjkirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Qamişlo û Tirbespiyê ji bo nîqaşkirina rêbazên "şerê gel ê şoreşgerî" 2 çalakiyên cuda li dar xistin.

28 tebax, 2024   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê ji bo nîqaşkirina rêbazên "şerê gel ê şoreşgerî" semînerek li navenda xwe ya li bajêr da. 

Di semînerê de endamê rêveberiya Meclisa Bajarê Tirbespiyê Hanî El Elawî axivî û behsa girîngiya şerê gel ê şoreşgerî di serxistina şoreşan de kir.

El Elawî wiha axivî: "Rêber Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin da şerê gel ê şoreşgerî. Her wisa destnîşan kir ku ciwan dikarin vî şerî bi rê ve bibin ji ber ku xwedî enerjî û fikrên nû ne û ew bingeha avakirina civakan in."

Her wiha El Elawî bal kişand ser rola pêkhateyan di hevgirtin û yekitiya li hember êrişan de û got: "Divê em civakeke birêxistinkirî li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî û ramanên Rêber Abdullah Ocalan ava bikin, ji ber ku gefên li ser civaka me hîna berdewam in."

Dûre beşdaran jî teqezî bi girîngiya pratîkkirina şerê gel ê şoreşgerî ji bo parastina destkeftiyan kir.

QAMIŞLO

Meclisa Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Qamişloyê di heman çarçoveyê de komxebatek bi sernavê "Rola ciwanan di şerê gel ê şoreşgerî de" li dar xist.

Komxebat bi tevlêbûna 100 kesî li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya taxa Kornîş a Qamişloyê li dar ket.

Rêveberê Komîteya Parastinê ya Meclisa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Qamişloyê Kanîwar Nîdal Silêman axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

Dûre pêvajoya siyasî, geşedanên li herêma Rojhilata Navîn û cîhanê hatin gotûbêjkirin.

Piştî axaftinan komxebat bi xwendina perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên bi sernavê "Yan Çareseriya Demokratîk an jî Şerê Gel ê Şoreşgerî" bi rê ve çû.

Dûre têkildarî şerê gelê şoreşgerî sînevîzyonek hate pêşandan.

Komxebat bi nêrîn û nîqaşên beşdaran berdewam kir û bi encamnameyekê bi dawî bû. Naveroka encamnameyê bi vî rengî ye:

1- Meclisa Ciwanên Şoreşger a Qamişloyê dê bi awayekî pêşeng tev li pêngava navneteweyî ya "Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Kurdistanê re Çareseriya Siyasî" bibe.

2- Di çarçoveya xebatên şerê gel ê şoreşgerî de vekirina dewreyên perwerdeyên çekan û tenduristiyê.

3- Di komîn û meclisan de avakirina komîteyên parastina cewherî û ciwan li gorî stratejiya şerê gel ê şoreşgerî perwerdekirin.

4- Li dijî polîtîkayên şerê taybet (fihûş, madeyên hişbir, koçberkirina ji welat û hwd) xwegihandin û beşdarkirina ciwanan li nava stratejiya şerê gel ê şoreşgerî.

5- Li dijî êrişên ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, teşwîqkirina ciwanan ji bo xebatên hêzên ewlehiyê û parastinê.

ANHA

terbesipiyê