Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê gundek bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker derdora gundê Bêlave yê Dêrelokê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê gundek bombebaran kir
23 sibat, 2025   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor nûçeya Rojnewsê ku agahî ji çavkaniyên herêmî wergirtiye, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker beriya çend kêliyan derdora gundê Bêlave yê bajaroka Dêrelokê ya girêdayî Amêdiyê bombebaran kir.

Der barê ziyanên bombebaranê de agahiyên zelal bidest neketin.