‘Dewleta Tirk ji normalîzekirinê dixwaze rê li pêşiya guhertinê bigire’

Siyasetmedara sûriyeyî ya muxalif Dr. Semîre El Mibeyd got armanca dewleta Tirk ji normalîzekirina bi hikumeta Şamê re ew e ku rê li pêşiya guhertina siyasî ya li Sûriyeyê bigire.

‘Dewleta Tirk ji normalîzekirinê dixwaze rê li pêşiya guhertinê bigire’
10 tîrmeh 2024   08:56
GÎVARA ŞÊX NÛR
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan vê dawiyê derket pêşberî dezgehên çapemeniyê û ragihand ku ew amade ye bi hikumeta Şamê û Beşar El Esed re bicive. Lê wî sûcên hikumeta xwe yên li dijî gelê Sûriyeyê û axa wê û çawa axa wê dagir kir, ji bîr kirin.

Têkildarî armanca dewleta Tirk a dagirker ji van daxuyaniyên dawîn, siyasetmedara muxalif a sûriyeyî Dr. Semîre El Mibeyd got: "Dewleta Tirk armanc dike şoreşê têk bibe, rê li pêşiya guhertina siyasî ya li Sûriyeyê bigire. Ji ber ku pêşketina siyasî li Sûriyeyê ji bo herêmê bi gelemperî pêşketin e."

Dr. Semîre wiha domand: "Di serdema borî de, ewlehî û pirrengiya gelan li Rojhilata Navîn nehate parastin, tiştekî xwezayî ye guhertin çêbe. Hikumeta Tirk niha dixwaze bi normalîzekirina bi rejîma Beşar El Esed re, rê li pêşiya vê guhertinê bigire yan jî li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne."

Dr. Semîre ev li gotinên xwe zêde kir: "Naxwazin biryara Sûriyeyê serbixwe be. Dixwazin muxalefet û komên girêdayî Tirkiyeyê bimînin. Li aliyekî din, dixwazin pergaleke giştî ya ku sûcên dermirovî li dijî gelê Sûriyeyê kirine, bimîne." 

Dr. Semîre El Mibeyd diyar kir ku dibe ev rêkeftin rê li pêşiya guhertinê û pêşketina Sûriyeyê bigire û ji bo tevahî sûriyeyiyan trajedîk be û got: "Beşar El Esed hewl dide wê qebûl bike û ji bo ku li ser desthilatê bimîne, bi serokkomarê dewleta Tirk re bikeve bazarê. Lê ji bo sûriyeyiyan, serdestiya Sûriyeyê xeteke sor e û ev xet nahêle rêkeftin pêk were. Divê em siyasetên li gorî berjewendiyên sûriyeyiyan bimeşînin ku girîngiyê didin siberoja welêt, bi rêya serxwebûna herêmên bakur. Divê sûriyeyî, dev ji diyarkirina çarenûsa xwe û mafê serdestiya welatê xwe bernedin."

Dr. Semîre îşaret bi çareseriya herî guncew a ji bo aloziya li Sûriyeyê kir û got: "Li ser asta herêmî, divê hikumetên herêmê fêm bikin ku mijara vegera beriya şoreşa Sûriyeyê ne pêkan e. Divê dev ji destwerdana li kar û barên Sûriyeyê berdin. Hewldanên xwe yên normalîzekirinê yên binkeftî rawestînin. Rejîma ku ji berjewendiyên wan re xizmetê dike, vejînin. Li ser asta Sûriyeyê, divê aliyên sûriyeyî tev, fêm bikin ku ji bo parastina nasname û axa Sûriyeyê guhertin divê. Ji vê bingehê, hewl bidin dewleta nû ya Sûriyeyê ava bikin ku rola xwe ya xwezayî û pêşeng li herêmê bilîzin û li xeta xwe ya pêşketina mirovî vegere."

(şx)

ANHA