Birîndaran komkujî vegotin

Birîndarên komkujiya li stasyona Siwêdiyê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişan dixwaze gel bide koçberkirin û herêmê dagir bike. Birîndaran gotin "Em ê bi hev re stasyonê sererast bikin û dîsa bixin xizmetê."

Birîndaran komkujî vegotin
26 cotmeh, 2024   06:40
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirekr 24ˈê Cotmehê saet nêzî 02.00ˈan stasyona petrolê ya Siwêdiyê ya li Dêrikê bombebaran kir û komkujiyeke pêk anî. Di komkujiyê de 7 karkerên stasyonê şehîd bûn û 14 jî birîndar bûn.

Zahir Silêman (29) ji bajarê Çilaxa ye, bavê 3 zarokan e, tevî pismanê xwe Beşar Mehmûd Mihemed di stasyonê de dixebitin. Zahir  û Beşar di êrişên de birîndar bûne niha li Nexweşxaneya Şehîd Xebat a li bajarê Qamişloyê tên dermankirin.

Zahir Silêman ji serî û destê xwe ve birîndar bûy der barê komkujiyê de ev tişt parve kir "Rewş aram bû. Min û hevalê xwe Mîzer me bi hev re kar dikir. Mîzer ji min re got biçim navbera bêhndanê bidin û piştre dîsa vegerim kar. Di navbera bêhndanê de bombeya yekemîn adrone dewleta Tirk a dagirker li firina 6ˈan a stasyonê ket û şewat derket. Piştre bombeya duyemîn hat avêtin. Ji ber hêza xurt a teqînan ez pengizîm odeya din û ji hişê xwe ve çûm. Dema şiyar bûm jî ber dûman û agirê min pêşiya xwe nedît. Min gazî hevalê xwe kir, lê pêjna wî tune bû. Piştre min dengê karkeran bihîst. Ez çûm ber derî min dît karker ji stasyonê direvin. Lê bombebaran hîna dewam dikir. Em bazdan û me dest bi rakirina birîndaran kir heya em gihiştin cihekî ewle dûrî stasyonê. Piştre me pirsa windahiyan kir. Hevalekî ji min re got, hemû ji vir çûne, lê min yeqîn nekir û dilê min rihet nebû. Ez bi telefonê li wan geriyam, lê telefonên wan derneket. Di wê kêliyan de min û hevalê xwe yê rêveber Mehmûd El Cedûi biryar da ku bikevin stasyonê û erebeyekê ji bo veguhestina birîndaran bînin. Tevî ku birîndar bûn, lê destpêkê min êş hîs nekir. Min dest bi lêgerîna pismamê xwe kir, piştî çend hewldana min dît bi giranî birîndar bûye. Min bi tenê nikarîbûn wî rakim. Em alîkariya hev kir û bi erebeya ku me ji stasyonê derxistibû wî veguhest nexweşxaneya Dar Şîfa ya li Girkê Legê."

Zahir anî ziman ku armanca dewleta Tirk ji êrişan dagirkirina herêmê ye û got: "Hayê me ji van planan heye. Em ê li ber xwe didin. Em rê nadin dagirkirinê. Ev êriş israra me ya mayîna li ser erdê me zêdetir dike."

Pismanê Zahir, Husam Ziyab (39) ji gundê Sefa yê başûrê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ye. Husam Ziyab ê bavê 3 zarokan e ji 2 salan ve wekî karker di firneya stasyona Siwêdiyê de kar dike û di êrişa 23ˈê Cotmehê de ji dest, mil û piyê xwe ve birîndar bûn.

Husam Ziyab jî bi van gotinan kêliyên komkujiyê vegot "Saet 02.30ˈan ê serê sibeha ez li parzûngehê dixebitim. Balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker  stasyon kir hedef û bombe bi ser me de hatin. Li tevahî stasyonê şewat çêbû. Hinek karker şehîd bûn û hinek birîndar bûn. Ez jî ji pî, dest û milê xwe ve birîndar bûn."

Husam Ziyad pirsa "Em hemû ji bo debara xwe kar dikin, dagirker çima me dikin hedef? "

Ziyab anî ziman ku armanca dewleta Tirk ji êrişan têkbirina ewlehiya herêmê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî "Em ji êrişan natirsin. Em ê li ser karê xwe bin. Em ê bi hev re stasyonê sererast bikin û dîsa bixin xizmetê."

(bb)

ANHA