‘Em ê li qadan bin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest dixin’

Jinan tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku ew ê li qadan bin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk tê û ramanên wî berbelav dibin.

‘Em ê li qadan bin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest dixin’
9 hezîran, 2024   03:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilata Tirk ji dema ku Rêber Abdullah Ocalan di 15`ê Sibata 1999`an de dîl girtiye, tecrîdeke giran li ser dimeşîne. Ev 3 sal e ji wî û her sê hevalên wî yên di girtîgehê de tu agahî nayê wergirtin. 

Bertekên li hember tecrîdê zêde dibin. Jinên ji bajarê Şedadê û bajarê Çilaxa yên kantona Cizîrê ev tecrîd şermezar kir.

Seher El Hemîd a ji bajarê Şedadê der barê mijarê de wiha axivî: "Rêber Abdullah Ocalan dîl girtiye û dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li ser dimeşîne. Tenê ji berk u banga avakirina civakên pirçand li ser bingeha edalet û wekheviyê dike. Her wiha bang li naskirina pirengiya gelan û derbaskirina netewperestiya teng dike."

Seher bêdengiya rêxistinên navneteweyî û yên mafên mirovan li hember rewşa Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Umeya El Hecûb jî destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan di perspektîf û pirtûkên xwe de, teqezî bi girîngiya parastina mafên jinan û xurtkirina wan di civakê de kiriye û diyar kiriya ku bê têkoşîn, jin azad nabin.

Umeya wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan hewl da neteweya demokratîk û jiyana hevbeş pêk werin da ku edaletê bi dest bixe. Ji ber wê em dixwazin ew serbest were berdan."

Şêniya bi navê Foza El Cedan jî diyar kir ku dewleta Tirk bi tecrîdê dixwaze Rêber Abdullah Ocalan ji gel dûr bixe yê ku bi fikr û ramanên wî bawer kiriye.

Şêniya bi navê Firyal Qesûm a ji pêkhateya ereb li bajarê Çilaxayê got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya me û gelên bindest, li ber xwe da û hîna li hember tevahî şert û mercan li ber xwe dide."

Firyal wiha pê de çû: "Rêber Ocalan ji bo me gelek fedakarî kir. Divê em ê jî layîqî wê fedakariyê bin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî bidest bixin, têkoşîn û berxwedanê mezin bikin û fikrê wî li her derê belav bikin."

Efîfe Mihemed a ji Çilaxayê îşaret bi rola fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hişyarkirina jinan kir û got: "Bi saya wî me mafên xwe nas kirin û bûn xwedî kesayetên xurt û vîn ku dikarin daxwaza mafên xwe bikin.  

Efîfeyê soz da ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, dê têkoşînê berdewam bikin.

Meryem Kebro Curcus a ji pêkhateya Suryan a ji Çilaxayê got: "Rêber Abdullah Ocalan xwedî fikr û felsefe ye. pêkhateyên herêmê yên ereb, kurd û suryan li gorî wê felsefeyê birêxistin kir û di bin sîwana projeya neteweya demokratîk de bûn yek. Her wiha armancên me jî kir yek ku Sûriyeya demokratîk a pirreng ji sûriyeyiyan re ava bibe."

Meryemê di dawiyê de got: "Divê em ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan fedakariyê bikin ku ji bo me xwe feda kir. Ew di tecrîdeke dermirovî de li hember tevahî şert û mercan li ber xwe dide. Ji bo ku layîqî wan fedakariyan bibin, divê em ramanên wî belav bikin, ev erka me ya bingehîn e.

(şx)

ANHA

şedadê

çil axa