Dewleta Tirk bi dijwarî stasyonên petrol, gaz û kehrebê bombebaran dikin

Balafirên şer û bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî stasyonên petrol, gaz û kehrebê yên li gundewarên rojhilatê kantona Cizîrê bombebaran dikin.

Dewleta Tirk bi dijwarî stasyonên petrol, gaz û kehrebê bombebaran dikin
Dewleta Tirk bi dijwarî stasyonên petrol, gaz û kehrebê bombebaran dikin
24 cotmeh, 2024   03:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanên me ji herêmê ragihandine, di van kêliyan de stasyonên petrol,gaz û kehrebê yên li gundewarên rojhilatê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tombebaran dikin.

Ji stasyonên hatine bombebarankirin; stasyona Siwêdiyê, stasyona Tufle, stasyona Seîdiyê û stasyona Ûdê. Heta niha bombebaran dewam dike.

Nûçegihanan aşkera kir ku di encama hedefgirtina stasyonan de zirarên madî yên mezin çêbûn. Hemwextî bombaranê balafirên şer û bêmirov li asîmanê herêmê digerin.

(fr)