Dem Partiyê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin

Dem Partiyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û diyar kir ku dê ew êriş bibin sedema karesateke mezin û banga pêkanîna diyalogê û çareseriya aştiyane û bidawîbûna êrişan kir.

Dem Partiyê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
24 cotmeh, 2024   03:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêleke nû ya êrişên hovane pêk anî, di van êrişan de avahiyên stratejîk û avahiyên welatiyan hatin hedefgirtin. Têkildarî mijarê Meclisa Rêveber a Dem Partiyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê Dem Partiyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, ên piştî êrişa li dijî navenda TUSAŞʹê ya Enqereyê, dê tenê bibin sedema karesateke mezin.

Her wiha Dem Partiyê diyar kir kku êrişên li dijî gelek navendên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li dijî bajarê Kobanê bi taybet dê jiyana welatiyan rûbirûyî xeteriyê bihêle û dibe ku bibe sedema bandorên wêranker û şerê karesatê ya mezin ji tevahî aliyên herêmê re.

Dem Partiyê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê û welatiyan şermezar kirin û bang li Tirkiyeyê kir ku tev li diyalogê û çareseriya aştiyane be û dev ji êrişên xwe berde.

(fr)