Dewleta Tirk bi dijwarî Amêdiyê ya bi ser Dihokê bombebaran kir

Endamê Rêkxistina CPT ya Amerîkî Kameran Osman ragihand ku artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî gundên dikeve sînorê Amêdiyê bombebaran kirin.

Dewleta Tirk bi dijwarî Amêdiyê ya bi ser Dihokê bombebaran kir
17 nîsan, 2025   19:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Rêkxistina CPT ya Amerîkî Kameran Osman destnîşan kir ku saet 13:45’an artêşa Tirk bi bi topan çar caran devera gundê Berçê ya girêdayî Nihêlan a navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê bombebaran kirin.

Hate ragihandin ku saet 14:24’an jî artêşa Tirk 9 cara gundê Mijê, Kevne Mijê, Spîndarê û Girgaşê ya ser bi Garê ya girêdayî Amêdiyê bombebaran kir. Di êrişê de avaiyên du welatiyan hatin wêrankirin.

Bi giştî îro dewleta Tirk 13 caran gundên devera sînorên Amêdiyê bombebaran kirin. Di êrişê de ziyanên canî pêk nehatin.