Festîvala Hunera Jinê bi rengîniya jinan dest pê kir

10`emîn Festîvala Wêje û Hunera Jin bi tevlîbûna bi dehan jinên şêwekar, wêjevan û behremendên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Êzdî dest pê kir.

17 nîsan, 2025   20:14
QAMIŞLO

Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn di bin dirûşma “Hunera azad bi deng û rengê jinê ye” dest bi çalakiyên 10`emîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê li bexçeyê Azadî ya li bajarê Qamişlo kir.

Di festîvalê de nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên saziyên civaka sivîl û yên jin, şêniyên kantona Cizîrê bi cil û bergên xwe yên floklorîk amade bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qeryo axivî û destnîşan kir ku jinan di nava Rêveberiya Xweser de ji bo hemû jinên li cîhanê bûne nimûneyek, jin di warê wêje, huner û çandê de serkeftinên berbiçav bi dest xistine û di şoreşa çandê ya li herêmê cih girtin. Di vê oxirê de gelek sazî hatin damezrandin.

Hevseroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û endama komîteya amadekar a festîvalê Firyal Çolî jî bixêrhatina mêvanan kir û da zanîn ku ew niha di festîvalê de projeya neteweya demokratîk ku tê de hemû pêkhate cih digirin dibînin û ji bo wan jî ev serkeftinek e.

Di bernameya îro de koma Stêra Zêrîn a stranan, stran gotin, helbestvan Ayfer Yildiztan jî helbesta xwe pêşkêş kirin. Her wiha Koma Enûş Ebîdiyan a Ermenî li ser dikê govend gerand. Ji hunermendên jin ên Sûriyeyê û Kurdistanê peyam hatibûn şandin, di nava bernameyê de ew peyam hatin pêşandan.

Di 10`emîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê de di beşê tabloyên şêwekariyê de 30 jinên şêwekar bi 45 tabloyan tev lê bûn. Di beşê karê destan de jî 23 komele, rêxistin, kom û kesayetên jin ên ji pêkhateya Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û Êzdî beşdar bûn.

Di çarçoveya festîvalê de pêşbirka wêje û tabloyan heye, di roja dawî ya festîvalê de (19’ê Nîsana 2025) wê xwediyên berhemên serkeftî bên xelatkirin.

Festîval bi pêşkêşkirina stran, helbest, govend û filman didome û 19`ê Nîsanê bi dawî dibe.

Festîvala Wêje û Hunera Jinê her sal di Adarê de bi boneya 8’ê Adarê (Roja Jinan a Cîhanê) tê birêxistinkirin. Îsal ji ber êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker taloqî Nîsanê hate kirin.

(ekîb/fr)

ANHA