Dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê sewqiyata leşkerî kir

Dewleta Tirk a dagirker duh bi şev karwanek mezin ê ji wesayîtên leşkerî yên dewleta Tirk pêkdihat, sewqî navçeya Amêdiyê ya Duhokê kir.

Dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê sewqiyata leşkerî kir
11 ÇILE, 2025   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, konvoya ku ji nêzî 100 wesayîtên zirxî pêk tê ku têde kel û pelên leşkerî, çek û teqemenî hebûn, duh bi şev li ser Berwarî Bala derbasî navçeya Amêdiyê ya Duhokê bû.

Tê diyarkirin ku dewleta  Tirk a dagirker hejmara leşkerên xwe yên li Başûrê Kurdistanê zêde kiriye.