Şêniyên Cizîrê gihiştin bandav,ê balafirên şer derdora bendavê bombebaran kirin

Şêniyên Cizîrê gihiştin bendava Tişrînê, balafirên şer ên Tirkiyê jî derdora bendavê bombebaran kir.

Şêniyên Cizîrê gihiştin bandav,ê balafirên şer derdora bendavê bombebaran kirin
11 ÇILE, 2025   12:15
BENDAVA TIŞTÎN

Duh bi sedan şêniyên bajarokên Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan, Hesekê, Şedadê û Amûdê ber bi kantona Tebqayê ve ketin rê, îro danê sibê jî ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ber bi bendava Tişrînê ve ketin rê. 

Di vê kêliyê de karwanê şêniyan gihişte bendava Tişrînê û tevlî şêniyên li bendavê nobetê digirin bûn.

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me dane, dema ku şênî gihiştin, balafirên şer gelek cihên derdora bendavê bombebaran kirin.

Beriya 4 rojan girseya gel ji kantonên Reqa, Tebqa, Firat û Cizîrê ber bi bendava Tişrînê ve bi rê ketin û bi dorê li bendavê nobedariyê dikin da ku ji êrişên dewleta Tirk a dagirker biparêzin.

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker êrişî karwanê sivîlan kirin, di êrişê de 3 sivîl şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn.

Biryar e îro piştî nîvro şêniyên ji kantona Cezîrê bigihêjin bendava Tişrînê.

(k)

ANHA