Dewleta dagirker êrişî Şehbayê dike: 2 zarok birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker Şehbayê topbaran dike. Di topbaranê de 2 zarok birîndar bûn.

Dewleta dagirker êrişî Şehbayê dike: 2 zarok birîndar bûn
18 gulan, 2024   11:14
ŞEHBA

Deweta Tirk a dagirker ji danê siharê ve gundên Simûqa, Til Medîq, Til Cîcan û Bendava Şehbayê yên kantona Efrîn-Şehbayê bi obîs û hawnan topbaran dikin.

Di encama topbaranê de 2 zarok jî di nav de hejmareke welatiyên di nava zeviyên çandiniyê de dixebitin birîndar bûn.

Navên birîndaran wiha ne: Faris Xelef Îbrahîm (13) û Meter Fadil Îbrahîm (14).Li gorî agahiyan birîna Faris giran e.

Topbarana li ser deverên navborî dewam dike. Di heman demê de balafirên keşfê li ser kantona Efrîn-Şehbayê digerin.

(bb)

ANHA