Dewleta Îranê ji bo radestkirina cenazeyan pere dixwaze

Di êrîşa hêzên Îranê de, du jin bi navên Gûlale Mehmûdî Azer û Negîn Kadimî hatin qetilkirin, Sogol Haşimî jî birîndar bû. Li gorî agahiyan, dewleta Îranê ji bo ku cenazeyê Gûlale Mehmûdî Azer radestî malbata wê bike, ji wan 1 milyar tumen pere xwestiye.

Dewleta Îranê ji bo radestkirina cenazeyan pere dixwaze
14 ÇILE, 2026   15:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporên ji aliyê medyaya mafê mirovan ve hatin weşandin, digel ku xwepêşandanên li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didome de, du jinên bi navê Gûlale Mahmûdî Azer û Negîn Kadimî, di êrîşa raste rast a hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dane, jinek din a bi navê Sogol Haşimî birîndar bûye.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, Gûlale Mahmûdî Azer welatiya Kurd ji Mihabatê ye, di 8’ê Çileya 2025’an de şeva Pênşemê di dema xwepêşandanên li Tahranê de bi êrîşa raste rast a hêzên ewlehiyê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî raporê, saziyên dewletê ji bo cenaze bidin malbatê, daxwaza 1 milyar tumen kir. Hate diyarkirin ku malbata Gûlale Mahmûdî Azer, di bin zextek giran de û di şertên bi temamî der mirovî de neçar mane vê daxwazên qebûl bikin.

Negîn Kadimî ya 28 salî, di dema xwepêşandanên bajarê Şehsava de bi êrîşa gule jiyana xwe ji dest da. Li gorî raporan, ev welatiya xwepêşander, di 10’ê Çileyê de di encama êrîşa raste rast a hêzên ewlehiyê de birîndar bûye û di destê bavê xwe de jiyana xwe ji dest daye.

Di raporên hatî weşandin de hate piştrastkirin ku welatiya ji bajarê Sarî Sogol Haşimî di dema xwepêşandanan de di êrîşa hêzên ewlehiyê de birîndar bû. Di heman demê de hate diyarkirin ku bavê wê Emîr Haşimî ji aliyê hêzên îstixbarata Muhafizên Şoreşê ve hatiye binçavkirin û birine cihek ne diyar. Têkidarî dîroka ku ev welatî birîndar bûye û rewşa wê ya tenduristiyê ti agahiyek din nehate bi destxistin.