Dewleta Îranê 2 kolberên din qetil kirin

Artêşa Îranê li ser sînorê Seqiz û Serdeştê êrişî kolberan kir û di encamê de 2 kolber hatin kuştin.

Dewleta Îranê 2 kolberên din qetil kirin
15 nîsan, 2024   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li sînorê Seqiz û Serdeştê yên Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber di encama gulebarana hêzên çekdarên Îranê de hatine qetilkirin.

Rêxistinê ragihand ku direngiya şeva 13’ê Nîsanê hejmarek kolber li nêzîkî gundê Beytuş ê Serdeştê ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê ve hatine gulebarankirin. Di encama gulebaranê de kolberê bi navê Mêhirdad Ebdulazade yê 20 salî ku xelkê gundê Marexan bû, hate kuştin.

Her wiha hate destnîşankirin ku li herêma sînorê Bestam a ser bi bajarê Seqiz ve jî kolberekî ji Sineyê bi navê Umêd Seîdî, ji aliyê artêşa Îranê ve hatiye qetilkirin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovab par 39 kolberên Kurd ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê ve hatin qetilkirin û herî kêm 10 kolber jî ji ber qeza, serma û xeniqînê jiyana xwe ji dest daye. Di heman sala borî de 365 kolber jî di bûyerên cuda de birîndar bûne ku piraniya wan di encama gulebarana artêşa Îranê de birîndar bûne.