Şehîd Mihemed El Yûnis hat oxirkirin
Şêniyên Hesekê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Xidir El Yûnis li Pakrewangeha Şehîd Dijwar oxir kir.
Şêniyên bajar û gundewarên Hesekê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Xidir El Yûnis ku 12’ê Nîsanê li Reqayê şehîd bûbû, oxir kir.
Merasîma oxirkirinê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê hat lidarxistin. Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mistefa Osman sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got şehadet nîşaneya hebûna dozeke cewherî ye ku hêja ye mirov xwe ji bo wê feda bike.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Demhat Hesekê şehîdên azadiyê bi bîr anîn û diyar kir ku bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwîna pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina welat tevlihev bû. Demhat Hesekê soza şopandina xeta şehîdan ta pêkanîna armancên wan da.
Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd Mihemed El Yûnis hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" hat veşartin.
(bb)
ANHA