Dewleta Îranê 2 girtiyên Kurd bi dar ve kirin

Li Mehabadê ya Rojhilatê Kurdistanê, şeva borî dewleta Îranê 2 girtiyên Kurd bi dar ve kirin.

Dewleta Îranê 2 girtiyên Kurd bi dar ve kirin
8 adar, 2024   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku şeva borî li girtîgeha navendî ya bajarê Mehabad ê Rojhilatê Kurdistanê, 2 girtiyên Kurd hatine bidarvekirin.

Hate zanîn Ebas Dadwer ku ji Mehabadê ye û bavê zarokekê ye û Fexredîn Mengur Nejade ê ji bajarê Şinoyê hatine bidarvekirin.

Her du girtî beriya 4 salan hatibûn girtin.