Di çalakiyên li Cizîrê de banga parastina destkeftiyên jinan

Di çalakiyên li Hesekê û Qamişloyê de banga parastina destkeftiyên şoreşa jinan hat kirin.

8 adar, 2024   15:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya 8’ê Adarê ya li Sed Xerbî ya Hesekê bi beşdariya bi hezaran şêniyên bajar û navçeyên wê yên Şedadê, Hol, Til Birak, Til Temir û Dirbêsiyê dewam dike. Bi hezaran jinan bi cilên xwe yên neteweyî û bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û bi berzkirina dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" beşdarî çalakiyê bûne.

Di çalakiyê de hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah şehîdên şoreşa azadiyê bi bîr anîn.

Asya Ebdullah diyar kir ku bi saya berxwedana jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi saya şehîdên mîna Sakîne Cansiz, Şîlan û Aran ew gihaştine vê astê û wiha domand: "Bi saya wan pêşengên ku dan ser rêya azadiyê û di oxira têkbirina zilm û zordariyê de, her wiha di rêya rizgarkirina jinan de canê xwe dane, em gihaştine vê astê."

Asya Ebdullah got pergalên kapîtalîst ên desthilatdar hewl didin tevgera rizgariya jinan têk bibin û wiha domand: "Lê jinan li hember van pergalan berxwedaneke dîrokî raber kir û mîraseke tîjî destkeftî afirand."

Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: "Di serî de jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji tevahî jinan tê xwestin ku bi rihê ku rêxistina herî xeternak a cîhanê anku DAIŞ têk birine, destkeftiyên şoreşa li tevahî cîhanê deng vedaye, destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin."

Di çalakiyê de berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Xaliya Kecwan jî got: “Em ê bi rihê 8’ê Adarê û bi dirûşma bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin."

Xaliya Kecwan bal kişand ser berxwedana jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya guhertina pergala baviksalar û wiha domand: "Şoreşa jinan dê bi hevgirtina tevahî pêkhateyan Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên din bi ser bikeve."

Di çalakiya li gundê Dirêcîkê ya navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê de jî berdevka Kongra Star Rîhan Loqo 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha domand: "Siyasetên qirkirinê yên li hemberî jinan hîna dewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker rojane sûcan li dijî jinan dike, ev jî berdewama şerê qirkirinê yê li dijî gelê herêmê ye."

Rîhan Loqo ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir û wiha pê de çû: “Me bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jiyaneke azad ava kir, me cihê xwe di navendên biryarê de girtiye. Erka me ye em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe têkoşînê mezin bikin."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Vîviyan Oso jî bal kişand ser yekitiya jinên tevahî pêkhateyan û got: "Kombûna me ya li qada çalakiya 8’ê Adarê îsbat dike ku em li hember tevahî cureyên tecrîd, qirkirin û dagirkeriyê yek in."

Viviyan Oso îşaret pê kir ku dewletên îdiaya demokrasî, azadî û parastina mafên jinan dikin di qetilkirina jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hevkariya dewleta Tirk a dagirker dikin.

Her du pîrozbahî bi çalakiyên hunerî û çandî dewam dikin.

(bb)

ANHA

HESEKE

TIRBESPIYÊ