Dewha û Enqereyê dev ji Hemasê berda

Qeterê DYA agahdar kir ku ew ê hebûna Hemasê li ser xaka xwe di ber çavan re derbas bike, her wiha Enqereyê jî ji rêveberên Hemasê re xwestibû ji xaka wê derkevin.

Dewha û Enqereyê dev ji Hemasê berda
28 cotmeh, 2023   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji Reutersê re got Qeterê ji hikumeta DYA’yê re gotiye ew ê ji nû ve hebûna Hemasê li ser xaka xwe di ber çavan re derbas bike. Rayedar bi bîr xist ku ew der barê mijarê de gihaştine lihevkirinekê.

Li aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirker (hevalbendeke Qeterê ye) ji rêveberên Hemasê xwestibû derkevin derveyî xaka wê. Armanca Enqereyê ji vê yekê ew e ku têkiliyên wê û Îsraîlê têk neçin.

Çavkaniyekî filistînî yê li Enqereyê bi mixabiniyekê got komên Filistînê û Hemas, ji helwesta dewleta Tirk ne razî ne û anî ziman ku dewleta Tirk heta ji bo prostestoyê jî bang li balyozê Îsraîlê nekiriye.

(fr)