Kongreya Yekitiya Mamosteyan dest pê kir

Li Hesekê bi beşdariya 150 mamosteyan 2’yemîn Kongreya Yekitiya Mamosteyan dest pê kir.

Kongreya Yekitiya Mamosteyan dest pê kir
Kongreya Yekitiya Mamosteyan dest pê kir
Kongreya Yekitiya Mamosteyan dest pê kir
Kongreya Yekitiya Mamosteyan dest pê kir
Kongreya Yekitiya Mamosteyan dest pê kir
Kongreya Yekitiya Mamosteyan dest pê kir
Kongreya Yekitiya Mamosteyan dest pê kir
Kongreya Yekitiya Mamosteyan dest pê kir
Kongreya Yekitiya Mamosteyan dest pê kir
Kongreya Yekitiya Mamosteyan dest pê kir
28 cotmeh, 2023   12:54
HESEKÊ

Bi dirûşma “Bi keda mamosteyan em ê mirov û civakeke azad bigihînin" 2’yemîn Kongreya Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Xwaringeha Marbêla ya Hesekê dest pê kir.

Di kongreyê de 150 mamoste, hevserokatên TEV-DEM′ê Rûken Ehmed û Xerîb Hiso û cîgira Desteya Perwerde û Fêrkirinê Dîlber Yûsif beşdar bûne.

Di kongreyê de hevseroka Yekitiya Mamosteyan Nesrîn Reşk axaftina destpêkê kir û kongre li kesên di oxira belavkirina zanistê de canê xwe daye, tevahî zarokên di êrişên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest daye û Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Hevserokê TEV-DEM′ê Xerîb Hiso lidarxistina kongreyê pîroz kir û wiha got: "Mamoste kedên mezin di oxira parastina nirx, dîrok û civakan de didin û ew bingeha avakirinê ne; ji ber ku pîşeya wan pîroz e.”

Hiso wiha domand: "Em ji nû ve dîrokê dinivîsin, ji ber ku projeya me li ser asta herêm û cîhanê pir girîng e. Mamosteyan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destkeftiyên mezin pêk anîn. Ev jî nîşaneya girîngîdayîna me ji perwerdeyê re ji bo gihandina nifşekî nû ye."

Hiso behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û bandora wan a li ser rewşa perwerdeyê kir û wiha got: "Çend dibistan li seranserî sînor hatin topbarankirin û zirar dîtin. Ev yek bandoreke neyînî li ser rewşa perwerde dike."

Cîgira hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dîlber Yûsif jî axivî û wiha got: "Lidarxistina vê kongreyê û di van rewşên zehmet de peyameke girîng e ku em di têkoşîna xwe de dewam dikin û di bin sîwana projeya neteweya demokratîk a bi pêşkêşiya Rêber Abdullah Ocalan kêliyekê jî dev ji xebatê bernadin. Ji ber ku guhartina zîhniyet û şerê wê li ser milê mamosteyên ku ruxmî êrişan xebatên xwe meşandine. Ev cihê qedirbilindî û rêzê ye."

Hevserokê Nivîsgeha Kar û barên Penaber û Koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed jî wiha axivî: "Tevahî şoreşên hatine lidarxistin rola mamosteyan di wan şoreşan de ya herî mezin bû. Ji lew re kedên mamosteyan di perwerdekirinê de herî bilind in."

Her wiha hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Beraa El Salih jî bal kişand ser rola mamosteyan di avakirina şoreşan de û wiha got: "Mamoste leşkerê nenas a gihandina nifşekî zana di tevahî aliyên jiyanê de û pêşengê baş a nimûne li cîhanê ye."

Çaverê ye bi xwendina rapora yekitiyê ya 2 salan û nîqaşkirina wê, xwendina rêzikname û hilbijartina hevserokatiya yekitiyê kongre dewam bike.

(fr)

ANHA