Kêliyên beriya şehîdbûna Şiblî Şiblî

Welatiyên kêliyên beriya bombebarana balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li dijî mala yek ji fermandarên QSD′ê şehîd Şiblî Şiblî vegotin.

Kêliyên beriya şehîdbûna Şiblî Şiblî
Kêliyên beriya şehîdbûna Şiblî Şiblî
Kêliyên beriya şehîdbûna Şiblî Şiblî
28 cotmeh, 2023   12:19
QAMIŞLO

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker duh maleke li Taxa Azadî ya Dêrikê ya kantona Qamişloyê bombebaran kiribû, di encamê de yek ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Şiblî Şiblî şehîd bû, zarokê bi navê Ehmed Şahîn (11) û Evîn Xelîl (39) birîndar bûbûn.

Welatiyê bi navê Dêrsim Hacî ku yek ji hevalên şehîd Şiblî Şiblî û cîranê wî ye, der barê hûrgiliyên kêliyên bombebaranê de wiha got: "Şehîd Şiblî di destûrê de li mala xwe bû, dema banê malê ku nû lê kiribû av dida, me dengê teqînan bihîst."

Hacî wiha domand: “Me dengekî bilind bihîst, ez bi lez derketim derve, min dît ew li erdê ye û xwîn li her derê ye. Min dît Şiblî di nava xwînê de ye, her wiha zarokê bi navê Ehmed û jina bi navê Evîn jî birîndar in. Me rakirin nexweşxaneyê.”

Hacî bi hêrs êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û wiha pê de çû: “Em ê tola şehîdên xwe hilînin û piştî niha em bê deng namînin.”

Welatiyê bi navê Silêman Rustem ku mala wî li nêzî cihê bombebarankirinê ye, tevî hevjîna xwe birîndar rakirin nexweşxaneyê û wiha got: “Erdogan welatî û zarokên li herêmên me dike hedef, ji aliyekî ve sûcan dike û ji aliyê din ve jî aktorbûna xwe ya qirêjî li ser cîhanê bi rêya hestiyarî û piştgiriya xwe bi xelkê Xeza û zarokên wê re pêk tîne."

(fr)

ANHA