‛Destûreke adilane ji bo jinan bingeha îstîqrara li Sûriyeyê ye’

Jinên çalakvan ên Sûriyeyî diyar kir ku bêyî hevkariya wekhev di navbera jin û mêran de siberoja Sûriyeyê pêk nayê. Ew jî bi sazkirina destûreke adilane ji bo jinan ku rola wan nas bike, dest pê dike.

‛Destûreke adilane ji bo jinan bingeha îstîqrara li Sûriyeyê ye’
26 hezîran, 2025   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sernavê "Jina sûriyeyî di navbera du projeyên birêvebirinê de: Danezana Destûrî ya hikumeta veguhêz a Şamê û Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) panelek online bi beşdariya jinên sûriyeyî yên ji tevahî bajaran û ji Fransayê, organîze kir.

Panel ji hêla seroka Nivîsgeha Jinan a MSD’ê Cîhan Xidro ve hat birêvebirin. Di panelê de hevrûkirinek di navbera Danezana Destûrî ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û Hepeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hat kirin. Her wiha cihê jinan di her duyan de û asta mîsogerkirina mafên wan ên siyasî û civakî hatin nîqaşkirin.

Cîhan Xidro di panelê de behsa rehendên yasayî û siyasî yên her du belgeyan kir û destnîşan kir ku Danezana Destûrî nîşaneya metodeke navendî ye ku tê de temsîla jinan tune ye, mafên wan ên yasayî û civakî misoger nake.

Der barê Hevpeymana Civakî de di encama diyalogên gel ên berfireh de hatiye derxistin, Cîhanê diyar kir ku ev belge pransîba wekheviyê bi rêya mîsogeriya temsîlkirina jinan bi kotaya ji sedî 50 di saziyên rêveberiyê de xurt dike, li kêleka wê jî garantiyên yasayî yên parastina mafên wan peyda dike.

Cîhanê aşkera kir ku tevlêbûna jinan di her formeke destûrî ya siberojê de, ne lukseke yasayî ye, lê pêwîstiyek e ji bo misogeriya îstîqrara Sûriyeyê.

Di panelê de komek daxwaz hatin pêşkêşkirin; mîsogerkirina pransîba wekheviyê di lihevkirinên destûrî yên bê de, herî kêm jin bi koteya ji sedî 40 cihê xwe di temsîlkirina rêveberiya veguhêz de bigirin, yek qanûn ji bo rewşên takekesî derkeve ku mafên jinan ên zewacê, berdanê, mîrasê misoger bike û ji bo kar û barên jinan desteyeke nîştimanî ya serbixwe were avakirin.

Di dawiyê de hat teqezkirin ku çi projeyek ji bo avakirina Sûriyeya siberojê, divê li ser bingeha hevkariya wekhev a di navbera jin û mêran de be û divê destûreke adilane ji bo jinan were çêkirin.

(fr)