Deststpêşxeriyên Aştiyê yên Sûdanê û hewldanên Erdogan yên guherîna makzagonê

Çavdêr dibêjin ku pêşniyarên aqilmendên Sûdanê ji bo rawestandina şer hewldanek exlaqî ye ji bo rizgarkirina Sûdanê. Li Tirkiyeyê jî tevgerên Erdogan ên der barê makzagonê de amûreke nerm e ji bo xurtkirina projeya wî ya kevneperestî.

Deststpêşxeriyên Aştiyê yên Sûdanê û hewldanên Erdogan yên guherîna makzagonê
9 hezîran, 2025   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî vê yên îro behsa sernavê destpêşxeriya ku aqilmendên Sûdanê ji bo bidawîanîna şerê li welatê û guhertinên berçav di siyaseta Îranê de li hember welatên herêmê, kirin.

DESTPÊŞXERIYÊN AŞTIYÊ LI SÛDANÊ

Rojnameya El Quds El Erebî li ser pêşxeriyên aqilmend û pisporên Sûdanê yên ji beşên curbecur nivîsî. Rojnameyê diyar kir ku ev desdpêşxerî nêrîneke berfireh ji bo rawestandina şerê dijwar pêşkêş dik, ku li gorî wê destpêşxeriyê divê agirbest were ragihandin, sivîl bêne parastin û alîkariyên mirovî bên dayin, û di dawiyê de proseyeke siyasî ya nû bi rêberiya hikûmeteke teknokrat a serbixwe were destpêkirin.

Ev destpêşxerî hin pirsan derdixe holê derbar siberoja hêzên çekdar, Hêzên Piştgiriya Lezgîn, û dadweriya veguhêz. Her wiha ev destpêşxerî sûdê ji ezmûnên Afrîkî yên wekî Rwanda û Afrîkaya Başûr wergirtiye ku bûne ilhama di lihevkirin û avakirina dewletê. destpêşxerî balê dikişîne ser avakirina "Komîteya Navbeynkariya Neteweyî ya Aqilmendan", ku bi nexşerêyek berfireh tê piştgirî kirin.

ÎRAN LI QAILÊ XWE VEDIGERE

Rojnameya El Ereb bal kişande ku Îran “li aqilê xwe vedigere”, û dyar kir ku guhertinên di gotara Tehranê de çêbûne nîşan dide ku ew dereng têgihiştiye ku xeteriyên derve hene. Rojnameyê bal kişande ser serdanên Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî bo welatên Kendavê, Misir û Lubnanê, ku wî ji behsa Hizbullahê nekir û li şûna milîsan, giranî da ser vekirina kanalan bi welatan re.

Rojnameyê her wiha diyar kir ku dibe Îran amade be ku piştgiriya xwe ji Hûsiyan re kêm bike û dibe ku tora têkiliyên xwe ji nû ve ber çavan re derbas bike, da ku rageşiya bi Amerîka û Îsraîlê re kêm bike.

RÊYA ERDOGAN A BERDEWAMIYA DESTHILATDARIYÊ

Rojnameya El Ereb diyar kir ku hewlên Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ji bo nûnivîsandina destûra bingehîn a Tirkiyê, tenê hewldaneke ji bo destilatê têxe destê xwe, di bin navê reformên lîberal de.

Rojnameyê destnîşan kir ku hewldanên nû yên ji bo guhertina makezagonê parçeyek  hewldanên Erdogan ên ji bo ji nû ve şekildana nasnameya Tirkî li gorî nêrîna xwe ya îslamî ya kevneperest e, ku ev jî berovajî nirxên komarê yên ku Ataturk avakirin e

El Ereb diyar kir ku tiştê ku îro diqewime darbeyek nerm e, ku di bin navê "şaristanî" û "azadî" de tê kirin, di heman demê de armanca rastîn berdewamiya pergala serokatiyê ye ku Erdogan ji bo xizmeta projeya xwe ya kesane ava kiriye.