Li Sûriyeyê 10 kes hatin kuştin

Li Sûriyeyê di 24 demjimêrên dawî de herî kêm 10 kes hatin kuştin

Li Sûriyeyê 10 kes hatin kuştin
9 hezîran, 2025   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Sûriyeyê ya Mafên Mirov ragihand ku di 24 demjimêrên borî de di bûyerên li Sûriyeyê herî kêm 10 kes hatin kuştin.

Li gundewarê Humsê, xortek li gundê El Diyabiyê ji aliyê çend çekdarên nenas ve hat kuştin, û yek jî li devera Barûha hat kuştin. Li taxa El Nazihîn jî bav û kurê wî bi guleyên çekdarên li ser motorsîkletê hatin kuştin.

Li Dêrazorê jî ciwanek li bajarokê Madan Atîq bi teqîna mayinekê jiyana xwe ji dest da. Li gundewarê bakurê Reqa yê di teqîna mayinekê jinek û du zarokên wê hatin kuştin.

Li rojavayê gundê Berlehîn, li nêzîkî bajarê Babê yê dagirkirî, zarokek ji ber teqîna bombeyekê jiyana xwe ji dest da.

Li bajarê Hemayê, di pevçûneke malbatî de li taxa El Fetha, kesek hat kuştin.

(k)