Desthilata Şamê ji nû ve balyozxane û şandeyên dîplomasî saz dike

Wezîrê Karên Derve yê desthilata Şamê ragihand ku dest bi pêvajoya "jinûve sazkirina" balyozxane û şandeyên dîplomasî yên Sûriyeyê kiriye.

Desthilata Şamê ji nû ve balyozxane û şandeyên dîplomasî saz dike
8 nîsan, 2025   18:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê desthilata Şamê Esed El Şîbanî ragihand ku, bi perspektîvên Ehmed El Şeri, ji nû ve dest bi pêvajoya sazkirina balyozxane û şandeyên dîplomasî yên Sûriyeyê kiriye.

El Şîbanî got pêvajoya jinûve sazkirinê wê nûneratiya birûmet a Komara Erebî ya Sûriyê û dabînkirina xizmetguzariyên cihêreng ji welatiyên Sûriyê re li derveyî welat misoger bike.

(fr)