Desthilata PDK’ê 194 roj e Silêman Ehmed revandiye

Edîtorê beşa Erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 194 roj e agahî nayê girtin.

Desthilata PDK’ê 194 roj e Silêman Ehmed revandiye
5 gulan 2024   08:57
NAVENDA NÛÇEYAN

194 roj e agahî ji rojnamevan û edîtorê beşa erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyekê îdia kiribû ku revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniyê ye’ û bi aşkera gefa cezakirinê li Ehmed xwar û îtiraf kir ku ew revandine.

Parêzerê Silêman Ehmed, Narîman Ehmed Reşîd ji ajansa me re gotibû: “Me 2 caran serî li Dadgeha Dihokê kir û 2 caran jî dadger biryara daxwaznameya me ya hevdîtina Silêman Ehmed da. Lê Asayîşê ev biryar jî binpê kir. Li gorî qanûna darazê ya Iraqê madeya 40’an divê her aliyek li gorî biryara dadger bimeşe. Lê Asayîşê rê neda em Silêman Ehmed bibînin û bibin wekîlê wî."

Her wiha parêzer destnîşan kiribû ku tawanên li dijî Silêman ne rast in û gotibû: "Silêman bi awayekî fermî derbasî Rojava bibû û fermî ji wir vegeriya bû. Di heman demê de belgeyên wî yên fermî yên bicihbûna li Başûrê Kurdistanê hene û tu pirsgirêkên wî yên qanûnî tune ne."

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di 29’ê Çileyê de bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku revandina rojnamevan Silêman Ehmed ne yasayî ye û bang li PDK`ê kir ku demildest wî serbest berdin.

30’ê Nîsanê, Komîteya Tevna Parastina Rojnamevanan (CPJ) di malpera xwe ya fermî de ragihand ku di 12’ê Nîsanê de bi hemahengiya li gel Komîteya Parastina Mafan a Mîna, daxwazek lezgîn pêşkêşî Komîteya Windakiriyan a Neteweyên Yekbûyî kirine û daxwaz kirine ku çarenûsa Rojnamevan Silêman Ehmed were aşkerakirin.

212 rojnamevan, nivîskar û xebatkarên saz û rêxistinên çapemeniyê xwestin ku dimildest  Silêman Ehmed were berdan.

Rojnameger Silêman Ehmed di 1’ê Cotmehê de ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsud a Helebê. Silêman Ehmed, di 25’ê Cotmehê de xwest di deriyê Sêmalkayê re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 193 roj e agahî jê nayên girtin.