’Cejna Paskalya sembola aştî, maf û edaletê ye’
Komîta Avaker a Meclisa Ol û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Cejna Paskalya ya Ortodoskan peyamek weşand. Di peymanê de hate gotin, Cejna Paskalya sembola aştî, maf û edaletê ye.
Komîta Avaker a Meclisa Ol û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Cejna Paskalya ya Ortodoskan peyamek weşand. Di peyamê de Cejna Paskalya li gelên Xiristiyan hat pîrozkirin û hate diyarkirin ku Cejna Paskalya doza rizgarkirina tevahî civakan ji gendelî, nîr, stemkariyê ye û avakirina bingeha maf û aştiyê ye.
Di peyamê de hate destnîşankirin ku Paskalya tê wateya hêza guhertinê û serkeftina li hemberî bêçareseriyê û wiha hat domandin: " Em bi hev re di Cejna Paskalyayê de jiyanek nû di cîhana ku gendelî û xwînrijî lê belav bûye, ava bikin. Em bi rihê pêxember Îsa Mesîh tê bikoşin. Dem dema pêkanîna wesiyetên Mesîh ên lêborîn, biratî, wekhevî û azadiyê ye. Herî dawî em dikarin bêjin ancex bi îdeolojiya Neteweya Demokratîk û Rêveberiya Xweser em karibin wesiyetên hemû pêxemberan pêk bînin. Bi vê yekê em ê bikaribin nirx û cewherê hemû olan vegerînin."
(bb)