Desthilata Lubnanê penaberên Sûriyeyî ji bajarekî derxistin

Desthilata Lubnanê penaberên Sûriyeyê ji bajarokekî bakurê Lubnanê derxistin.

Desthilata Lubnanê penaberên Sûriyeyî ji bajarekî derxistin
27 tebax, 2024   20:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendetiya Giştî ya Ewlekariya Dewletê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewriyeyên wê tevahî penaberên Sûriyeyê ji bajarokê Keferhibo yên li Deniyê derxistin. Gerînendetiyê diyar kir ku beriya ev yek pêk bê, penaber hatine hişyarkirin ku malan vala bikin û li Lubnaniyan vegerînin.

Ev yek, di demekê de ku penaberên Sûriyeyî yên li Lubnanê di êşên mezin re derbas dibin, hemleyên nefretê, nîjadperestî û derxistina bi darî zorê li ser wan tên kirin, pêk hat.

Desthilata Lubnanê, guh neda hişyarên navneteweyî yên derxistina penaberan bi darê zorê.

(mh)