Desteya Watanî ya Erebî: Êrişên Tirkiyeyê sûcên şer in û li dijî mirovahiyê ne

Desteya Watanî ya Erebî bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, beşeke şerê qirkirinê ye ku AKP dimeşîne û çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê asteng dike.

Desteya Watanî ya Erebî: Êrişên Tirkiyeyê sûcên şer in û li dijî mirovahiyê ne
15 ÇILE, 2024   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Watanî ya Erebî têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Desteyê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî binesaziya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, beşeke şerê qirkirinê ye ku AKP li dijî gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne. Her wiha dixwaze tevna civakî ya li herêmên Rêveberiya Xweser têk bibe û çareseriya siyasî asteng bike.

Di daxuyaniyê de desteyê destnîşan kir ku berdewamkirina terora li dijî hêmanên jiyanê yên sivîlan, sûcên şer û li dijî mirovahiyê ne.

Desteyê êrişên li dijî binesaziya herêmê û sivîlan şermezar kirin û got hêzên navneteweyî yên li herêmê çalak in û civata navneteweyî berpirsên van êrişan in.

Her wiha desteyê bang li rêxistinên mirovî kir ku destwerdanê bikin û bang li gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li hember êrişan hevgirtî bin, xwedî li QSD`ê derkevin.

(şx)