Şêniyên Kantona Cizîrê êrîşên dewleta dagirker şermezar kirin

Şêniyên Kantona Cizîrê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma bakur û Rojhilatê Sûriyê Şermezar kirin.

15 ÇILE, 2024   15:41
QAMIŞLO

Şêniyên kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan.

Şêniyên Qamişloyê li nêzî Çerxerêya Sonî ku nêzî mala beriya saetekê hatiye hedefgirtin kom bûn û heta Çerxerêya Şehîd Robar Qamişlo ya li nêzî Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo meşiyan.

Li wir endamê Însiyatîfa Gel Ayid Îbrahîm berxwedana şêniyan li hember êrişan silav kir û got: "Hemwextî bombebarankirina bajarên me, gelê me dadikeve qadan û hevgirtina xwe nîşan dide û dibêje heta serkeftinê dê li ber xwe bide."

Yekitiya Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirn. Hevserokê Yekitiya Kedkaran Şêro Şero li pêşiya navenda TEV-DEM`ê ya li Qamişloyê daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de bang li tevahî karkeran û azadîxwazên li cîhanê hate kirin ku piştgiriya gelê herêmê bikin.

TIRBESPIYÊ

Li Tirbespiyê pêkhateyên navçeyê ji pêşiya meclisa navçeyê dest bi çalakiya xwe kir û heta navenda Kongra Star meşiyan.

Li wir endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk Hediye Şemo axivî û got: "Tirkiye dixwaze jiyanê li me teng bike, ji ber wê navendên stratejîk û xizmetguzariyê bombebaran dike. Lê bi van êrişan sûcên şer dike û divê ji ber wê hesab jê were pirsîn."

ÇILAXA

Li navçeya Çilaxa jî xwepêşandan ji pêşiya Çerxerêya El Delê ya li rojavayê navçeyê dest pê kir û li Qada Şehîd Mahsûm rawestiya û veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de endamê Însiyatîfa Gel a Çilaxa Nezhet Seyfudîn axivî û hevgirtin û berxwedana xelkê herêmê li hember êrişan û siyasetên şerê taybet silav kir.

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê ji Qada Şehîd Xebat heta Çerxerêya Azadî meşiyan û li dijî dagirkeriyê dirûşmên "Na ji bêdengiya navneteweyî li hember qirkirina gelê Kurd re", "Dewleta Tirk a faşîst li ser ewlehiya cîhanê gef e werin bi hev re li dijî vê terorê bisekinin" berz kirin. 

Li çerxerêyê hevseroka Meclisa Navçeya Girkê Legê Zulfe Hemze û endamê Meclisa Bajarokê Erûr Ebid El Muhsin axivîn û teqezî bi berxwedana li hember êrişan kir.

DÊRIK

Şênî û endamên saziyên sivîl û xizmetguzariyê yên Dêrikê û herêmên Berav û Koçerat ji Qada Azadî heta sûka navendî meşiyan.

Li sûkê endamê Kongreya Îslama Demokratîk şaxê Dêrikê Mahsûm Dêrşoy axivî û got: "Çi qas êriş hebin em dev ji axa xwe bernadin."

TIL HEMÎS

Rûspiyên Ereb ên Til Hemîsê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Endamên saziyên sivîl, rûspiyên Ereb û partiyên li navçeyê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Êrişên dewleta Tirk, siyaseteke kirêt e ku divê em jê baldar bin. Divê li hember van êrişên terorîst em hevgirtî û yek bin."

HESEKÊ

Li Hesekê bi dirûşma "Divê qada hewayî ya herêmên me bê girtin" bi hezaran şêniyên bajêr û navçeyên derdorê meşiyan.

Meş ji pêşiya Parka Rêber Abdullah Ocalan a li taxa Nasir a bajêr dest pê kir û li pêşiya avahiya Komîteya Şaredariyan a li taxa Kelase ya bajêr rawestî û veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de hevserokê Nivîsgeha Rêxistinê ya TEV-DEM`ê Ferhan Dawûd axivî û got: "Bi vîna gelên berxwedêr yên ku felsefeya neteweya demokratîk dişopînin em ê bi ser kevin. Serkeftin teqez wê para me heta ew pêk were, em dev ji axa xwe bernadin."

DIRÊBSIYÊ

Li navçeya Dirbêsiyê şêniyan nerazîbûna xwe li hember êrişan nîşan da.

Meş bi tevlêbûna bi sedan şêniyan, endamên saziyên sivîl û meclisên sivîl li dar ket û ji pêşiya Mizgefta Hac Sultan heta kolana sereke ya navçeyê dewam kir. Her wiha li wir rê li pêşiya dewriyeyeke Rûsyayê girtin û nerazîbûnên xwe li hember bêdengiya wan rave kirin.

Dema xwepêşandêr gihaştin rojhilatê navçeyê, endamê Însiyatîfa Gel Mihemed Xelef axivî  û bêdengiya civata navneteweyî ya li hember êrişan şermezar kir û got: "Em ê li qadan bin û destkeftiyên şoreşa 19`ê Tîrmehê biparêzin.”

Endama Rêveberiya Kongra Star a navçeya Dirbêsiyê Fatme Keleş jî wiha axivî: "Vîna gelên herêmê ji êrişên li dijî welatiyan mezintir e. Divê şênî û ciwanên me li hember êrişan berxwedanê mezin bikin û ji bo têkbirina planên dewleta li qadan bin."

)şx)

ANHA