Desteya Perwerdeyê xwendekarên ji Lubnanê hatine li dibistanan bi cî dike

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kir ku heta niha 4 hezar û 887 xwendekar ji Lubnanê hatine herêmê. Desteyê diyar kir ku ew hewl dide pêdiviyên xwendekaran peyda bike.

Desteya Perwerdeyê xwendekarên ji Lubnanê hatine li dibistanan bi cî dike
18 mijdar, 2024   07:10
REQA
ENES MIHEMED

Ji dema şer li Lubnanê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de dest pê kiriye, lubnanî û koçberên Sûriyeyê yên li Lubnanê dimînin ber bi Sûriyeyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve koçber bûn. Rêveberiya Xweser yekser masaya krîzê ava kir ji bo ku bi kar û barên kesên ji Lubnanê tên re mijul bibe.

Li gorî daneyên herî dawîn ên masaya krîzê 20 hezar û 409 kes ji Lubnanê  gihaştine herêmê, Ji wan 4 hezar û 887 xwendekar in.

Li gorî daneyên masayê ji wan xwendekaran hezar û 96 xwendekar li kantona Reqayê, 73 xwendekar li kantona Firatê, 410 xwendekar li kantona Cizîrê, 126 xwendekar li kantona Efrîn û Şehbayê, 263 xwendekara li kantona Dêrazorê, hezar û 91 xwendekar li kantona Tebqayê û hezar û 828 xwendekar li kantona Minbicê ne.

Cîgira hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hediye El Şêx Hesen der barê kar û barên xwendina xwendekarên ji Lubnanê hatine, got: "Em xebatên tomarkirina van xwendekaran dişopînin. Ji bo ku wan tev li dibistanên herêmê bikin, me plansazî daniye."

Hediye wiha domand: "Em xwendekaran li gorî temenên wan li dibistanan bi cî dikin. Heke pêwîst hebe em testên nirxandinê çêdikin."

Hediye diyar kir ku pergala xwendinê ya li herêmê derfetê dide xwendekaran bi zimanê xwe yê zikmakî bixwînn. Hediye aşkera kir ku ev pergal ji bo xwendekarên ji Lubnanê hatine jî, derbasdar e.

Hediye di dawiyê de got: "Heta niha 4 hezar û 884 xwendekar ji Lubnanê hatine. Ev hejmar gelekî mezin e. Deste hewl dide bilez pirtûkan peyda bike."

(şx)

ANHA