Penaberên iraqî xwest civaka navneteweyî destekê bide kampa Holê

Penaberên iraqî yên li kampa Holê dimînin, bang li civata navneteweyî kir ku desteka pêwîst pêşkêşî wan û kampê bike.

Penaberên iraqî xwest civaka navneteweyî destekê bide kampa Holê
18 mijdar, 2024   04:10
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Piştî ku DAIŞ`ê herêmên berfireh ên Iraqê kontrol kirin û bi sedan komkujî li dijî gelê Iraqê kirin, bi hezaran malbatên iraqî koçberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Rêveberiya Xweser kampa Hol ji wan re veqetand û alîkariya pêwîst pêşkêş dike.

Piştî rizgarkirin herêmên Iraqê ji çeteyên DAIŞˈê gelek malbat vegeriyan warê xwe. Lê bi hezaran malbat hîna li kampê ne û ji ber dan û standina ne baş û pirsgirêkên êlî newêrin vegerin warên xwe.

Îhab Xelîl ji herêma Remadiye ya Iraqê ye got: "Penaberên iraqî dixwazin vegerin welatê xwe. Lê bi fikar in gelo wê hikumeta Iraqê pirsgirêka wan çareser bike an na?"

Li gorî Îhab Xelîl, pirsgirêkên êlî li Iraqê hene û penaber jê bi fikar in, şaneyên DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê hene lew ra penaber newêrin vegerin.

Elî Seed jî bang li civata navneteweyî kir ku desteka pêwîst ji wan re pêşkêş bike û got: "Kêmasî di qada tenduristiyê û fêrkirina zarokan de hene. Civata navneteweyî rewşa kampê  ya ku bi hezaran malbatên iraqî lê hene paşguh dike."

Zeyneb El Cabrî ya ji bajarê Besra yê Iraqê diyar kir ku civata navneteweyî pirsgirêkên wan ên vegera ewle ya li werê xwe çareser nake û hem jî desteka pêwîst pêşkêşî Rêveberiya Xweser nake da ku kêmasiyên li kampê yên wekî tenduristî û xwarinê çareser bibin.

Hin rêxistinên navneteweyî desteke sînordar ji niştecihên kampê re pêşkêş dikin, lê berpirsên kampê diyar ku ev destek têra 40 hezar kesên li kampê têrê nake.

(şx/bb)

ANHA