Desteya Jîngehê 100 dar û şitil li gel balav kirin

Desteya Jîngehê bi armanca geşkirina xwezayê, bi dirûşma “Bibe dostê jîngehê” dest bi hemleyekê kiriye û di wê çarçoveyê de bi alîkariya tevgera ciwanên şoreşger 100 dar li gelê Kobanê belav kirin.

Desteya Jîngehê 100 dar û şitil li gel balav kirin
Desteya Jîngehê 100 dar û şitil li gel balav kirin
Desteya Jîngehê 100 dar û şitil li gel balav kirin
Desteya Jîngehê 100 dar û şitil li gel balav kirin
Desteya Jîngehê 100 dar û şitil li gel balav kirin
Desteya Jîngehê 100 dar û şitil li gel balav kirin
5 kanûn 2023   11:58
KOBANÊ

Desteya Jîngehê ya herêma Firatê bi alîkariya Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo pêşxistina jîngehê û geşkirina xwezayê 100 dar û şitil li xelkê taxa şehîd Kawa ya Kobanê  belav kirin.

Li gorî endamê rêveberiya Desteya Jîngehê ya Herêma Firatê Fewaz Ehmed, wan dest bi hemleya “Bibe dostê jîngehê” dest pê kir û got her kes dikare di vê hemleyê de cihê xwe bigire.

Her wiha balkişand ser armanca vê hemleyê ku ew e herêma bi giştî û bi taybet bajarê Kobanê di ware xwezayê de hîn zêdetir bê xemlandin.

Li gorî Desteya Jîngehê di çarçoveya vê hemleyê de wê di demên pêş de gelek dar û şitil li gundewarên Kobanê werin şandin.

(sş)

ANHA