‘Ezmûna çandî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikare ji bo tevahiya Sûriyeyê bibe îlham’

Dr. Ecac Selîm ê ji Şamê hatiye, dixwaze ezmûna xwe ya 30 salan di warê huner û sînemayê de bigihîne Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ecac Selîm kêfxweşiya xwe bi sazûmaniya çandî ya li herêmê anî ziman û got ev ezmûn dikare ji tevahiya Sûriyeyê re bibe îlham.

‘Ezmûna çandî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikare ji bo tevahiya Sûriyeyê bibe îlham’
‘Ezmûna çandî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikare ji bo tevahiya Sûriyeyê bibe îlham’
‘Ezmûna çandî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikare ji bo tevahiya Sûriyeyê bibe îlham’
‘Ezmûna çandî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikare ji bo tevahiya Sûriyeyê bibe îlham’
28 adar, 2025   03:45
QAMIŞLO

Lîstikvan û derhênerê şano û sînemayê Dr. Ecac Salim, hevjîna wî Salwa Hana û yek ji şagirtên wî ji bajarê Dûmaya Şamê hatin herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da ku piştgiriyê bidin huner û sînemayê. Ecac Selîm niha bi Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê re hevkariyê dike.

Dr. Ecac Selîm Beşa Felsefeya Zanistên Hunerî/Beşa Derhêneriyê li Akademiya Şano, Muzîk û Sînema ya Rûsyayê xwendiye û derhêneriya 40 şanoyan kiriye. Selîm di sala 2011’an wek rêveberê Beşa Sînemayê li Zanîngeha Erebî ya Navneteweyî û rêveberê Enstîtuya Bilind a Hunerên Şanoyê kar kiriye. Her wiha wek rêveberê giştî yê şano û muzîkê, rêveberê Şanoya Neteweyî, rêveberê hunerî yê Şanoya Neteweyî ya Şarîqayê xebat daye meşandin. Selîm gelek festîvalên şano û hunerî bi rê ve birine.

Selîm dixwaze ezmûna 30 salî ya di warê huner, şano û sînemayê de bigihîne Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Ecac Selîm ji ber hatina xwe ya Rojava û beşdariya Newrozê kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Min pêxistina meşaleya azadiyê dît. Ez hêvî dikim ku Rojava her tim di nava xêr û xweşiyê de be."

Selîm ezmûna çand û hunerê ya Kurdên li Sûriyeyê wek girîng nirxand û got: "Min bi bawerî, rêzdar û hezkirina bûyerên li Rojava dişopand. Ez dikarim bêjim ku ezmûnên civakî, aborî, siyasî û hunerî ya xelkê me yê Kurd ê li Sûriyeyê girîng e. Ev herêm xwedî hunermend, muzîkjen, şêwekar û sînemageran e."

Selîm anî ziman ku herêma Cizîrê ya Sûriyeyê di warê çandinî û xêr û bêra xwe dewlemend e û wiha pê de çû: "Serweta herî girîng a li vê herêmê mirov bi xwe ne. Îsbata vê yekê jî; tevî alozî, şer û rewşên zehmet mirovên li vê herêmê man û her tim meşaleya azadiyê pêdixin."

Selîm di dewama axaftina xwe de pesnê ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û ev li gotinên xwe zêde kir: "Li vir modeleke sûriyeyî ya pir girîng ji bo hemû herêmên Sûriyeyê heye. Ji xwezaya têkiliyên di navbera xelkê de heya atmosfera demokratîk, ev yek bi gelek awayan; çi bi xebatên hunerî yan siyasî yan rasterast an jî bi pirrengiya siyasî diyar dibe."

Ecac Selîm bal kişand ser rola jinan û got: "Fikra ku baş dizanim, nêzîkatiya şaristanî, rola jinan di jiyanê de û her wiha her sê tiştên bedew (ekolojî, mafên jinan û demokrasî) li vir dixuyan. Ev hemû ders ne tenê dersên teorîk bûn."

Selîm bi bîr xist ku li Sûriyeyê Kurdan gelek êş kişandin, li herêmên xwe hatin paşguhkirin û mafê naskirina zimanê kurdî wek zimanekî fermî li kêleka zimanê erebî ji gelek mafên din bê par hatin hiştin.

Ecac Selîm her wiha got: "Dê di asta akademîk de xebat bê kirin û komên hunerî li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên avakirin. Dê fîlm û şanoyê li herêmê bên pêşxistin. Potansiyel û xeyal hene, rêveberî bi çand û hunerê û rola wan re eleqedar e."

Selîm kêfxweşiya xwe bi ezmûna çandî ya li herêmê anî ziman û diyar kir ku xwestek hene ku ev ezmûn belav bibe.

Ecac Selîm di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê tevahî sûriyeyî ezmûna çand û hunerê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin û got: "Dibe ev ezmûn ji bo çalakiyên çandî û hunerî li Sûriyeyê, bi taybetî di pêvajoya kirîtîk de bibe îlham."

(bb)

ANHA