Li herêma Cizîrê êdî cotkar pembû kêm diçînin

Li herêma Cizîrê ji ber lêçûna zêde, pirsgirêka avê û kêmbûna pêdiviyên çandiniyê cotkar nema pembû diçînin.

Li herêma Cizîrê êdî cotkar pembû kêm diçînin
Li herêma Cizîrê êdî cotkar pembû kêm diçînin
Li herêma Cizîrê êdî cotkar pembû kêm diçînin
Li herêma Cizîrê êdî cotkar pembû kêm diçînin
25 tîrmeh, 2026   07:45
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Li herêma Cizîrê çandina pembû di aliyê aborî de stratejîk bû. Pêdiviya kargehan pêk dıanî. Her wiha zeyt û êmê heywanan jê çêdikirin. Lê niha ji ber gelek sedeman cotkar nema pembû diçînin.

Cotkarê bi navê Feylezûr Ebdulhemîd ê ji gundê Sîha Mezin ê Tirbespiyê got: "Ji ber gelek sedeman em nema dikarin pembû biçînin. Di destpêke de av nîn e û cotkar mecbûr mane bîran bikolin û avdaniyê bikin. Divê pembû 12-15 rojan carekê were avdan, ji bo em av bidin jî divê madeyên sotemeniyê hebin heyanî em bikarin av bidin. Cotkar neçar dimînin biçin ji bazara reş mazotê bikirin. Jixwe tovên pembû û gubre jî biha ye û karker nîn in ku pembû biçînin."

Ebdulhemîd destnîşan kir ku buhayê kirîna pembû zû diyar nabe û wiha lê zêde kir: "Cotkar jî ziyanê dibînin. Her wiha pembû erzan e, ji ber vê yekê cotkar zêde pembû naçînin. Ji bo cotkar pembû biçînin divê aliyên têkildar mazotê, tov û gubre ji cotkaran re peyda bikin û ne biha bin."

Cotkar dibêjin ji bo çandina pembû li herêma Cizîrê geş bibe û pêdiviya herêmê pêk bîne divê bi cotkaran re bibin alîkar.

(np)

ANHA