Dêrên li Swêdayê şahiyên Noelê li dar naxin

Dêrên li Siwêdayê ragihand ku "ji ber rêzgirtina ji bo şehîdan" ew ê roja Noelê li qadan şahiyan nekin.

Dêrên li Swêdayê şahiyên Noelê li dar naxin
11 kanûn, 2025   13:00
SIWÊDA

Nûnerê Dêra Katolîk a Yewnanî li Siwêdayê Tony Boutros ragihand ku Dêra St. Philip a Şahbayê û dêrên Hît û Radimaya Rojhilat îsal "ji ber rêzgirtina ji bo giyanên şehîdan" tu pîrozbahiyên Noelê li dar naxin.

Boutros bang li xiristyanan kir ku "ji bo başbûna birîndaran û vegera revandiyan duayan bikin.”

Boutros got: "Em ji bo ciwanên xwe yên qehreman ên ku bi hişyarî sînoran diparêzin da ku parêzgeha me ya delal û gelê wê biparêzin dua dikin û em êrişa hovane ya ku li me hate kirin û hîn jî têne kirin, bi tundî şermezar dikin."

Boutros her wiha xwest di Noelê de gule neyên berdan û pîrozbahî li kolanên giştî neyên lidarxistin.

(k)