Panela "Dewlet û Komîn di civaka dîrokî de"

Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan, panelek bi navê "Şîrovekirina Beşa Sêyem a Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk" ya Rêber Abdullah Ocalan a der barê "Dewlet û Komîn di Civaka Dîrokî de" li bajarê Reqayê li dar xist.

26 mijdar, 2025   17:02
REQA

Panel li hola Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk li kantona Reqayê hate lidarxistin, hejmarek akademîsyen, siyasetmedar û lêkolînerê, her wiha endamên Meclisa Demokratîk a Sûriyeyê (MSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinan û rêvebirên akademiyê beşdar bûn.

Mijara yekem, bi navê "Dewlet û Avakirina Desthilatê di Civaka Dîrokî de", ji hêla lêkolîner Besam El Ehmed ve hate pêşkêş kirin. El Ehmed li ser derketina dewletê ji destpêka avabûna desthilatdariyê heya dewleta neteweyî ya nûjen şîrove kir.

Mijara duyemîn, bi navê "Komîn û Modernîteya Demokratîk wekî Alternatîfek Rêxistinî", ji hêla, rêvebireke Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan, Sebah Xelîl ve hate pêşkêşkirin.

Sebîha kokên dîrokî yên têgeha Komîn, ji destpêka civakên komunal û aboriya exlaqî, heta dema ku komîn weke wekî modelek rêxistinî ji bo dijberiya dewleta hiyerarşîk hatine pêkêşkirin, şîrove kir.

Panel bi gotûbêjan dewam kir. beşdaran pirsên li ser derfeta pêkanîna modela modernîteya demokratîk pirsîn. Beşdaran her wiha bal kişandin ser rola komînan di rêxistinkirina jiyana rojane û pêşxistina berpirsiyariya kolektîf.

Di dawiya panelên pêşniyar û nêrînên beşdaran weke encamnameyê, ji hêla rêvebereke Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve hat xwendin.

Pêşniyarên di encamnameyê de wiha bûn:

Bang li saziyên civakê were kirin ku projeya civaka exlaqî siyasî nas bikin û bicîh bînin.

Aktîvkirina komên ji bo xwendina berhemên Rêber Abdullah Ocalan.

Xebat were kirin ji bo pêkanîna sistema komînan û modernîteya demokratîk.

(k)

ANHA