Yekîtiya Cotkar û Sewaldaran kongireya xwe li dar xist

Yekem kongira Yekîtiya Cotkar û Sewaldaran li bajarê Hesekê hate lidarxistin, di encamê de hevserokatiya yekîtiyê, her wiha meclisek ji 18 endaman pêk tê hate hilbijartin.

26 mijdar, 2025   17:08
HESEKÊ

Yekîtiya Cotkar û Sewaldaran li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê  1’emîn Kongreya xwe bi dirûşmeya "Bi rêxistinkirina cotkar û sewaldaran, em ê aboriya civakî mil bi mil ava bikin" li Parka El Meşwar a li taxa Til Hecer li dar xist.

Nûnerên Desteya Çandinî û Ajaldariyê, Yekîtiya Cotkaran, Desteya Çandinî û Aboriyê, endamên saziyên sivîl û bi sedan cotkar beşdarî kongireyê bûn.

Kongire bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre hevseroka Yekîtiya Cotkar û Sewaldaran  Şukriya Murad axivî û destnîşan kir ku lidarxistina kongireya îro peyamek zelal e ji bo cîhanê ku cotkar, tevî hemû dijwarî û zehmetiyan, hîn jî dikarin bibin stûna aborî û ewlehiya xwarinê ya neteweyê.

Her wiha endama Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fîdan Sîno, hevserokê Ofîsa Rêxistinî ya Giştî ya TEV-DEM`ê Ebûd Meqso û endama Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk Mîdya Mihemed jî bi navê saziyên xwe axaftin kirin.

Piştre rapora rêxistinî ji aliyê endamê Yekîtiya Cotkar û Sewaldaran a Hesekê Hebîb Omerî ve hate xwendin.

Piştî wê, derfet ji bo beşdaran hate vekirin, li ser mekanîzmaya xebata cotkaran û komîteyên girêdayî Yekîtiya Cotkar û Sewaldaran nirxandin kirin.

Di dawiya kongireyê de, Şukriya Murad û Hebîb Omerî wek hevserokên Yekîtiya Cotkar û Sewaldaran û meclîseke ji 18 endaman ji bo rêveberiya yekîtiyê hatin hilbijartin.

(ac)

ANHA