Der barê 25ˈê Mijdarê de semînerek hate dayîn

Rêxistina Kongra Star a bajarê Amûdê bi boneya nêzîkbûna 25ˈê Mijdarê semînerek da.

Der barê 25ˈê Mijdarê de semînerek hate dayîn
Der barê 25ˈê Mijdarê de semînerek hate dayîn
Der barê 25ˈê Mijdarê de semînerek hate dayîn
Der barê 25ˈê Mijdarê de semînerek hate dayîn
Der barê 25ˈê Mijdarê de semînerek hate dayîn
Der barê 25ˈê Mijdarê de semînerek hate dayîn
Der barê 25ˈê Mijdarê de semînerek hate dayîn
Der barê 25ˈê Mijdarê de semînerek hate dayîn
Der barê 25ˈê Mijdarê de semînerek hate dayîn
9 mijdar, 2024   16:15
QAMIŞLO

Rêxistina Kongra Star a bajarê Amûdê ya Kantona Cizîrê bi boneya nêzîkbûna 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan semînerek da.

Semîner li nivîsgeha PYDˈê bi beşdariya hejmarek jin û mêran hate dayîn.

Endama Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel Amûdê Sêal Mihemed a semîner bi rêve bir, tundiya li ser jinan, cûreyên wê û bandorên wê li ser jinan bi taybetî û civakê şîrove kirin.

Di semînerê de beşek ji nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê têkoşîna jinan a li hemberî zihniyeta baviksalar û rola wê di avakirina jiyaneke azad û wekhev de hat xwendin.

Di dawiyê de beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman.

(bb)

ANHA