Li Şehba Turnuvaya Jinan a Fotbolê

Meclisa Werzîşê ya Kantona Efrîn û Şehba bi beşdariya 7 tîman Turnuvaya Jinan a Fotbolê li dar xist.

Li Şehba Turnuvaya Jinan a Fotbolê
Li Şehba Turnuvaya Jinan a Fotbolê
Li Şehba Turnuvaya Jinan a Fotbolê
Li Şehba Turnuvaya Jinan a Fotbolê
Li Şehba Turnuvaya Jinan a Fotbolê
Li Şehba Turnuvaya Jinan a Fotbolê
Li Şehba Turnuvaya Jinan a Fotbolê
Li Şehba Turnuvaya Jinan a Fotbolê
Li Şehba Turnuvaya Jinan a Fotbolê
Li Şehba Turnuvaya Jinan a Fotbolê
Li Şehba Turnuvaya Jinan a Fotbolê
Li Şehba Turnuvaya Jinan a Fotbolê
Li Şehba Turnuvaya Jinan a Fotbolê
Li Şehba Turnuvaya Jinan a Fotbolê
Li Şehba Turnuvaya Jinan a Fotbolê
Li Şehba Turnuvaya Jinan a Fotbolê
Li Şehba Turnuvaya Jinan a Fotbolê
Li Şehba Turnuvaya Jinan a Fotbolê
9 mijdar, 2024   16:26
ŞEHBA

Bi hevkariya Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Efrîn û Şehba ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meclisa Werzîşê ya kantonê li stadyûma bajarokê Babinis Turuvaya Jinan a Fotbolê organîze kir.

Di turnuvaya ku îro hat destpêkirin de 7 tîm; Newroz Efrîn, Cûdî Amanos a ji bajarê Helebê, Malbatên Şehîdan, Berxwedana A, Berxwedana B, Til Qerah û Zenûbiya ya ku pêkhateya Ereb beşdar in.

Der barê tunuvayê de endama Nivîsgeha Jinan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Efrîn û Şehba Dunya Bekir axivî û got: "Armanca ji lidarxistina turnuvayê aktîvkirin û pêşxistina rola jinan di werzîşê de û piştgiriya werzîşê ye. Her wiha armanca ew e, em peyamekê bidin dagirkeriya Tirk ku êrişên xwe li ser herêmê naskinîne, em ê xebatên xwe di tevahî aliyan de dewam bikin."

Li gorî komîteya amadekar, dê pergala turnuvayê ji qonaxekê ye û bi dirêjahiya 3 rojan e. Her tim di navbera xwe de dilîzin û tîma hejmara zêde ya nuqteyan bistîne şampyonê qezenc dike.

Maç di navbera tîma Cûdî Amanos û Berxwedana A de dest pê kir û bi serketina Cûdî Amanos a 3 nuqteyan li hember nuqteyekê bi dawî bû. Maç îro dewam dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Meclisa Werzîê ya kantona Cizîrê di 11ˋê Mijdarê de turnuvaya Jinan a Fotbolê dabû destpêkirin û heta niha bi beşdariya 5 tîman maç dewam dike.

(fr)