MSD'ê Çarşema Sor pîroz kir

MSD cejna Çarşema Sor pîroz kir û hêvî kir ku cejnên bê di rewşên baştir de bên pîrozkirin û Sûriyeke bibe welatekî demokratîk, nenavendî û pirreng.

MSD'ê Çarşema Sor pîroz kir
16 nîsan 2024   21:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya cejna Çarşema Sor Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) peyamek da.

MSDˊê di peyamê de êşên êzidiyan û sûcên çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê û yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efînê anîn ziman.

Di peyamê de wiha hate gotin:

"Bi boneya sersala êzidî (Cejna Çarşema Sor) ku li gorî salnameya rojhilat dikeve çarşema yekê Nîsanê, em keç û xortên ol û civaka êzidî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û cîhanê pîroz dikin û hêvî dikin ku êzidî di cejna xwe de bi ewle û aştî bin.

Êzidiyan di dirêjahiya dîrokê de gelek êş, karesat kişandin; carekê bi sedema girêdana wan bi taybetmendiyên xwe yên olî û carekê bi sedema girêdana wan a neteweyî. Li Sûriyeyê jî civaka êzidî ji terror û tundrawiyê nefilitî, mîna kiryarên li dijî wan li Efrînê bi destê komên tundra ên girêdayî dewleta Tirk pêk tên. Berê jî rêxistina DAIŞˊ li Şengalê sûc li dijî wan pêk anîn.

Em Çarşema Sor pîroz dikin û bi hêvî ne cejn û boneyên bê di rewşên baştir de derbas bin û welatê me Sûriyeyê rizgar be û di nava pergala demokratîk, pirreng û nenavendî de be."

(mh)