Dengê stranên nobedaran bi ber Bendava Tişrînê dikeve

Îşev, dengê stranên xelkê kantonên Reqa, Firat û Dêrazorê bi ber Bendava Tişrînê dikeve.

Dengê stranên nobedaran bi ber Bendava Tişrînê dikeve
13 ÇILE, 2025   21:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Xelkê kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê şeva 6ˋan a çalakiya nobedê ya li Bendava Tişrînê ji xelkê kantona Cizîrê dewr girt.

Di 8’ê Çile de bi hezaran şêniyên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî şer, ji gelek bajaran ber bi herêmê ve derketibûn rê.

Îro jî dengê stranên xelkê kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê bi ber Bendava Tişrînê dikevin.

Girseya gel diyar kir ku mewalên wan li Bendava Tişrînê bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye û got ew dev ji parastina bendav û xaka xwe bernadin.

(fr)